Hevdîtina Mesrûr Barzanî û Berhem Salih dest pê kir

18 September 2019 11:06 0 dîtin
Hevdîtina Mesrûr Barzanî û Berhem Salih dest pê kir

PeyamaKurd - Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokomarê Iraqê Berhem Salih dest pê kir.

Demek beriya niha serokomarê Iraqê Berhem Salih û şanda pê re ku wezîrê darayî yê Iraqê Fuad Husên jî tê de bû, gihîşt avahiya serokatiya hikûmeta Kurdistanê li Hewlêrê û ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê, civîna şanda hikûmeta Kurdistanê û şanda Iraqî dest pê kir.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê de behsa mijarên mîna pişka Kurdistanê di bûdceya sala 2020 ya Iraqê de, serjimêrî û arîşeyên asêmayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê bên axaftin.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih duh êvarê gihîştibû Hewlêrê. Berhem Salih dê bi seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq û Serok Mesûd Barzanî re jî hevdîtin bike.