Hevpeymaniyê bi daxuyaniyekê pistgiriya xwe ya ji bo Pêsmerge û HSDê dubare kir

17 June 2022 13:29 0 dîtin
Hevpeymaniyê bi daxuyaniyekê pistgiriya xwe ya ji bo Pêsmerge û HSDê dubare kir

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê bi daxuyaniyekê nasnameya çekdarekî DAIŞê yê ku di operasyoneke taybet ya li Cerablus a Sûriyê girtibû eşkere kir.

Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmerge û HSDê dubare kir û nasnameya wî endamê DAIŞê yê ku roja 16ê Hezîranê li Cerasblus a Helebê girtibû ragihand. Navê wî endamê DAIŞê Hanî Ehmed el-Kurdî ye û pispor e di çêkirina bombeyan de.

Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê do di daxuyaniya xwe de da zanîn, Hanî Ehmed el-Kurdî wek Salim naskirî û li şaxê Sûriye yê DAIŞê bûye yek ji berpirsên bilind ên DAIŞê û alîkariya operasyonên DAIŞê kiriye û berpirs bû di hevahengiya çalakiyên DAIŞê li seranserê navçeyê.

Hevpeymanî destnîşan kir, Hanî Ehmed el-Kurdî çawahiya çêkirina amûrê teqemeniyan fêrî endamên DAIŞê kiriye û piştevaniya çêkirina cihê taybet bo çêkirina keresteyên teqemeniyan kiriye, herwiha asankarî ji bo êrîşa ser hêzên Amerîkayê û hevbeşên wê kiriye.

Hevpeymaniya Navdewletî di berdewamiyê de qala çawahiya pêkanîna operasyonê kir û diyar kir, operasyona girtina el-Kurdî “zêde bi hûrî” hatiye kirin ji bo kêmkirina metirsiya li ser kesên sivîl û zerarên din.

Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê piştrast kir ku operasyona wan serkeftî bû û tu zerarek negihîşt xelkê sivîl û jêrxana sivîl û tu zerareke serbaz û hêzên asmanî yên Hevpeymaniyê jî tune.

Herî dawî Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê da zanîn, ew li karkirina li gel hevbeşên xwe yên wek Pêşmerge, HSDê û hêzên asayîşa Iraqê berdewam dibin ji bo ku paşmayên DAIŞê her xwe li ku veşartibin li pey wan diçin û wan digirin.