Hewlêr | Di teqîna mînekê de 4 pasewanên sînor can dan
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 10ê Adarê roja Yekşemê di encama teqîna mînekê li baregeha Fermandariya Navçeya Yek a Hêzên Pasewanên Sînor, 4 paswanan canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Fermandariya Navçeya Yek a Hêzên Pasewanên Sînor îro 10ê Adarê ragihand, 2 endamên Hêzên Pasewanên Sînor di encama teqîna mînekê de can dane û 2 pasewanên din jî birîndar bûne. Hatiye diyarkirin piştre her du pasewanên din ji ber giraniya birînên xwe can dane û hejmar gihîştiye 4 kesan.
Li gorî zanyariyan bûyera teqîna mînê li baregeha Fermandariya Navçeya Yek a Hêzên Pasewanên Sînor li Hewlêrê rû daye ku mînên ji navçeyên sînorî têne derxistin û ji bo pûçkirin û têkbirina wan, li wê baregehê têne komkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin