Hewlêr û Bexda li ser Sengalê lihevkirin
PeyamaKurd – Berdevkê serokwezîrê Iraqê yê Mustafa Kazimî Ahmed Mela Telal di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku hukumeta Hewlêrê û Bexdayê li ser babeta Şengalê lihevkirine. Telal ragihandiye ku di babeta Şengalê de, di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Bexdayê de peymaneka dîrokî çêbûye. Telal weha got:
“Hukumeta me baweriyê daye hukumeta herêmê û ew kesên di babetê de nikaribûne biserbikevin, hukumeta me tê de biserketiye, niyeta xwe ya paqij teqdîm kiriye, bi îradeyekî saxlem bo xelkê Şengalê dagere ser mal û milken xwe, ji nûde ava dike, îstîqrarê dibe deverê û di mijarê de biserketiye.”
Berdevk Telal ragihand ku di çarçoveya peymanê de, wê dawî li grûbên çekdar yên Şengalê bîne, ji nû de bajêr ava bike û wê mexdûr dagerin malên xwe û weha dewam kir:
“Serokwezîr Kazimî îro bi hukumeta Herêma Kurdistanê re di nav koordîneyê de, li Şengalê li gor destûrê otorîteya hukumeta federal, di asta rêvebirî û asayîşê de xurt dike, grûbên mêvan yên ku nehatine dawetkirin, dawî li desthilatiya wan tîne, bajêr ji nû de ava dike û bûye garantiya peymana dîrokî ya ku xelkê deverê dagere malên xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin