Heyeta Fransayê bi ENKSê re hevdîtin kir

13 December 2024 23:49 0 dîtin
Heyeta Fransayê bi ENKSê re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Heyeta Fransayê ya ku bi heyeta DYA re çûbû Sûriyê da di navbera ENKS û PYDê de navbeynkariyê bike, îro bi ENKSê re civiya. Di civînê de behsa diyaloga navbera Kurdan hat kirin. Li gor ragihandina Rûdawê heyeta Fransayê gotiye:

“Pêwiste Kurd bibin yek deng û bêhtir xwurt bin û karibin mafên xwe biparêzin.”

Di heyeta ENKSê de serokê wê Suleyman Oso, ji komîta karên derve Muhammed İsmail, Feysel Yusuf, Fesle Yusuf, Nimet Dawud, Zehra Ahmed û Ebdulbari Xelef hebûn.