Heyeta hevpar ya DYA-Fransa li Qamîslo bi ENKSê re civiya
PeyamaKurd – Li gor ragihandina Rûdawê ya bernama Nalin Hesen ku bi berdevkê ENKSê bi Faysal Yusuf re, tevlî bernama zindî bû, Yusuf ragihand ku heyeta DYA-Fransa li Qamîşlo bi serokên partiyên di konseyê de ne, civiyaye. Faysal ragihand ku gelek caran heyeta DYA-Fransayê ji bo yekîtiya Kurda hevdîtinan kiriye û weha dewam kir:
“Di dema dawiyê de rayedarên Fransayê jî tevî heyetê bûn û ji hevdîtinên bi serpereştiya DYA û Mesûd Barzanî cuda, li Sûriyê, di bin rohniya pêşdeçûnên li Sûriyê tên kirin. Heyet ji me re weha got; bi roxandina rejîmê re pêvajoyekî nû destpêkiriye. Çawa tewrê xelkê Sûriyê heye, em dixwazin yê Kurda jî hebe. Bi gotina wan; ‘Eger em bi Rêvebiriya Xweser ya Rojhilatê Bakûr re bi hevre tevbigerin, em dikarin îstîqrarê bidest bixin û ber li tehdîdan bigrin.”
Faysal got ku di hevdîtina îro de rayedarên DYA, Fransa û Îngîlîz hebûne û li ser naveroka civînê weha got:
“Tiştên dixwazin li Sûriyê bikin, yekîtiya civaka Sûriyê, di nav Kurdan de avakirina yekîtiyê û di mijara guherîna siyasî de xwestin em destekê bidin wan. Ev pêvajo derfetê dide me ku mafên Kurdan bixin bin garantiya destûra Sûriyê û yekîtiya Kurda ava bikin.
Me ji heyetê re got ku em amade ne, bi roxandina rejimê re em ê çawa mafê Kurda bixin bin garantiyê û li Rojava grûbên ku êrîşê dikin, di bergirtna li wan de em bi endîşe ne. Tirkiye tehdîdên xwe dewam dike ku dibêje divê PKK ji wê derê derê. Me got yekîtî tenê têr nake û ji bo bergirtina li tehdîdan divê pêngav bên avêtin. Di mijara yekîtiyê de me behsa pêdiviya desteka navdewletî kir. Dema em bi yek dengî herin Şamê, divê van mijaran zelal bibin.”
Li ser mijara nelhevkirina ENKSê û PYNKê de Faysal Yusuf got:
“Di sala 2020an de di bin serpereştiya DYA û Mazlum Abdî de, muzakereyên ku bi PYDê re hatin kirin û biryarên hatin dayîn, em li ser wê soza xwe ne. Rewşa syasî ya wê demê ku hevdîtin bi serpereştiya Mazlum Abdî û DYA hatibûn kirin de ferq heye. Niha rejîm nemaye û faktora Tirkiyê heye. Dema em behsa Tirkiyê dikin hinek kes dibêjin ku ENKS daxwazên Tirkiyê tîne ser ziman. Ew dixwazin me reş bikin. Armanca me çareseriya ku em ê li hemberê êrîşên Tirkiyê çawa xelkê xwe biparzêzin.
Tirkiye gelek cara PKKê dike bahane û me tehdîd dike û em dibêjin divê em îspat bikin ku ji derveyê Sûriyê ti kes mudaxeleyê Kurdan nake. Divê PKK alîkariyê bike û eger hebûna wê li Sûriyê hebe dawiyê lê bîne. Ji bo ber li tehdîdan bigre divê PYD xwe bide ber çareseriyê û mijara PKKê çareser bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin