Heyeta Tirkiyê çû Rûsyayê û li ser babeta Sûriyê axifîn
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê bi nivîskî ragihand ku heyetekî ji wezareta karên derve ya Tirkiyê di bin serokatiya Sedat Önal de çûye Moskovayê da li ser mijara Sûriyê biaxifin.
Rûsya radigihiye ku Serokê Rûsyayê Valdimir Putin, nûnerê wî yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê û hem cîgirê wezîrê karên derve Mihail Bogdanov, ji heyeta Tirkiyê cîgirê wezîrê karên derve Sedat Önal bi heyeta xwe ve di 7 ê hezîranê de li Moskovayê civiyane.
Di hevdîtinê de behsa rewşa Sûriyê kirine, teyîda yekîtiya axa Sûriyê erê kirine. Babeteka wan ya dinê rawestandina tevgerên leşkerî di navbera Rûsya û Tirkiyê de li Sûriyê û peymanên bo têkoşîna li dijî terorê hatine çêkirin, dê bên cîbicîhkirin.
Li ser babeta Sûriyê behsa pêvajoya amadekirina civînekî di formata Asatanayê de wek civîna 16 em ya navdewletî axifîne, behsa xebata Komîta Destûra Sûriyê ya Cenewreyê hatiye kirin û xwestine di navbera Sûriyeyiyan de pêvajoya siyasî destpêbike.
Her dû alî li ser mesela Lîbyayê axifîne û bo çareseriya krîza di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de, dê hevdîtin dewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin