Hezar û sed sal ceza dan berpirsê PKKê yê Behra Sipî
PeyamaKurd- Di sala 2016an de êrîşekî bo ser parêzgeriya bajarê Tirkiyê ser Adanayê hatibû kirin û li ser bûyerê berpirsê PKKê yê Behra Sipî tevî 2 kesên dinê hatibûn girtin. Bûyer ew bû ku di 2016an de erebeyeka bombekirî danîbûn otoparka parêzgeriya Adanayê û hatibû teqandin. Di bûyerê de 2 kes miribûn û 33 kes birîndar bûbûn.
Doza vê bûyerê li Adanayê li dadgeha cezayê giran ya 12 emîn bi encam hat. Li gor encamê biryara dadgehê wehaye. Bo her yek ji wan sê kesan hezar û sed sal cezayê zîndanê hat dayîn. Bo 18 kesên din jî di navbera 5 sal û 28 sal û 5 mehî de ceza li wan hat birîn.
Ji wan yên ku cezayê giran danê û dibêjin berpirsê PKKê yê Behra Sipiye Eyub Çelik, di dadgehê de got ku ti têkiliya wî bi êrîşa parêzgehê tineye û sûcdarkirina dadgehê red kir. Girtiyê din yê bi navê Ednan Çoban jî tohmeta dadgehê red kir û got ti têkiliya wî bi bûyerê tine ye.
Tevî ku qebûl nekirin jî di encamê de ceza li wan hat birîn lê mafê wan heye ku îtîrazê bikin da dosya wan here dadgeheka bilindtir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin