Berpirsê AK Partiyê cezakirina siyasetmedarên HDPê pîroz kir: Me gotibû wê hesab bê pirsîn!

16 May 2024 21:32
Berpirsê AK Partiyê cezakirina siyasetmedarên HDPê pîroz kir: Me gotibû wê hesab bê pirsîn!

PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê û rêveberê AK Partiyê Bulent Turan li ser eşkerekirina cezayên Doza Kobaniyê ku ji Selahattîn Demirtaş re zêdetirî 40 sal û ji siyasetmedarên din ên HDPê re ceza hate birîn daxuyanî da.

Bulent Turan li ser hesabê xwe yê medya civakî yê Xê dayîna cezayan bo siyasetmedaran bi gotina ‘ser xêrê be’ pîroz kir û wiha pê de çû: “Me gotibû dê hesabê bê pirsîn!

Biryara îro:

Hiqûq û dadmendî bi tweetên romantîk ên ku ji girtîgehê têne avêtin bandor li adaletê nayê kirin.

Ji bo daxwazên xwe yên siyasî kes nikare kolanan provoke bike.

Ti kes nikare nîzama giştî ji bo berjewendiya xwe yan ji bo berjewendiya rêxistinekê ku bi wî ve girêdayî ye bi kar bîne.

Biryarê nîşan da ku kî dibe bila bibe ti kes nikare di nava civakê de bibe sedema werankarî, mirin û bûyerên giştî û dê hesab bide.

Her çendî kêfa hin kesan ne hatibe jî edalet pêk hat, beraat jî heye û ceza jî heye.

Bila ser xêrê be.” 

Dadgehê di Doza Kobaniyê de ceza barand