Hêzên koalîsyonê û Pêsmerge: ISID di nav tevgerê de ye
PeyamaKurd- Hêzên pêşmerge û yên koalîsyona li dijî DEAŞê, li Çiyayê Qereçoxê hatin cem hev. Her dû alî ragihandin ku DEAŞ ketiye nav tevgerê û hereketeka berbiçav nîşan dide. Her dû alî behsa girîngiya koordînasyonê kirin ku bo wan gelek girîng e. Berdevkê hêzên koalîsyonê Albay Myles Caggins weha got:
“Koalîsyona navdewletî li vê herêmê û li herêmên ku niqaş li ser wan hene de, di wê baweriyê de ye ku mekanîzmeyeka hevpar divê di wan de bê avakirin. Em di vê mijarê de xebatê dikin da Hewlêr û Bexda nêzî hev bibin.”
Fermandarê hêzên pêşmerge yê eniya Gwêr-Mahmêrê Sîrwan Barzanî jî balê kişand ser hereketkirina İŞİDê û got ku grûbeka biyanî yê İŞİDê gihaye herêmê. Barzanî weha got:
“Endamên İŞİDê pêvajoya xwebrêxistine temam kir. Grûbek endamên wê yên biyanî gihane herêmê.”
Hêzên koalîsyonê di 10 ê mehê de li Mexmûrê 14 êrîşên hewayî biribûn ser Çiyayê Qereçoxê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin