Alîkariyên Hêzên Koalîsyonê yên ji bo Pêsmerge kêm bûn

13 January 2024 12:33 0 dîtin
Alîkariyên Hêzên Koalîsyonê yên ji bo Pêsmerge kêm bûn

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bahtiyar Mihemed ragihand, li gorî rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Pentagonê de, alîkariyên darayî yên Hevpeymanan ji bo Hêzên Pêşmerge ji sedî 25 kêm bûne û wê di sala 2026an de ew alîkarî bi temamî bên qutkirin.

Li gor protokola ku di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin, Amerîka mehane 20 milyon dolar pere ji Pêşmerge re dişîne.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Muhammed di daxuyaniya xwe ya derbarê rewşê de diyar kir ku ji Cotmeha sala borî ve alîkariyên hêzên hevpeyman her meh daketiye 15 milyon dolar.

Serleşker Bextiyar Muhammed da zanîn ku di Cotmeha 2022an de di navbera Pentagon û Wezareta Pêşmerge de peymanek hatiye îmzekirin ku mehane 20 milyon dolar alîkariya diravî ji Pêşmerge re tê dayîn û salane ji sedî 25 kêm dibe. Di Cotmeha par de alîkarî ji sedî 25 kêm bû û di Cotmeha 2026an de jî wê alîkarî bi temamî bê qutkirin.

"Peyman dikare careke din were nûkirin"

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Mihemed ragihand ku, hevpeymaniya navdewletî ji bilî alîkariya darayî li ser gihandina çek û cebilxane û rahênanên şêwirmendiyê bo Hêzên Pêşmerge berdewam e.

Bahtiyar Muhammed got, "Peyman dikare ji nû ve were nûkirin. Alîkarî dikarin piştî sala 2026an jî bidomin. Rêjeya ku wê peymanê pêk bînin, di destê Kurdan de ye."

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:

"Pêwîst e Kurd li gel hêzên Iraqî û Hevpeymaniyê di hemahengiyeke baş de bin. Şerteke girîng ji bo nûkirina rêkeftinê yekgirtina hêzên Pêşmerge ye. Gelo em dikarin hemû hêzên xwe bikin yek û heta wê demê şert û mercan pêk bînin? Pejirandina Pêwîst e hikûmeta Iraqê her dem rêkeftinê nû bike.”

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka ku ji sala 2014ê ve li Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê şer dikin, li deverên cuda cuda alîkariya Hêzên Pêşmerge dikin.