Hêzên Pêsmerge derbarê drona ketî de daxuyanî da...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li devera Zûrgeziraw li nêzîkî bajarokê Qûştepe ya Hewlêrê, dronek li nêzîkî çeperên Hêzên Pêşmerge kete xwar ku ti zirareke canî û madî bi xwe re neanîye. Li ser bûyerê îro 17ê Nîsanê Şaneya Ragihandin û Hişyariya Pêşmerge daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Îro 17.04.2023yê dronek nêzîkî çeperên Pêşmerge ketiye xwarê û ketiye sînorê berpirsyartiya 12 ya piyade ya Wezareta Pêşmerge.”
Hat diyarkirin ku ti ziyanek di encama ketina dronê de çênebûye û niha ji aliyê tîmên Wezareta Pêşmerge ve lêkolîn li ser ketina wê dronê tê kirin ku hîn nehatiye zanîn bê ew drona kîjan hêz û welatî ye.
Fermandarê Fewca 3 a Lîwaya 2 a Wezareta Pêşemrge ya Herêma Kurdistanê, Eqîd Hesen Mihemed Sûr ragihandiye ku ew drone bi şev ketiye û ji bo parastina jiyana pêşmergeyan, ew heta berê sibê neçûne cihê bûyerê.
Eqîd Hesen Mihemed Sûr gotiye, “Ne xuya ye ku dron a kîjan welatî ye û ti nîşaneyeke wiha jî li ser tune ye ku pê were naskirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin