HEZKURD: Divê Kurd êdî li dijî van êrîsên gelemperî sekneke gistî nîsan bidin
PeyamaKurd – Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD), di derbarê erîşên nijadperest ên li çend bajarên Tirkiyê li dijî Kurdan pêk hat de, daxuyaniyek belav kir û bi tundî ew êrîşên nijadperest şermezar kir û diyar kir: ‘‘Em wek Hereketa Zimanê Kurdî, bang li hemî Neteweya Kurd dikin ku, divê êdî li dijî van êrîşên gelemperî sekneke giştî nîşan bidin. Hemî mafên xwe yên yasayî û demokratîk yên li qada navneteweyî bi kar bînin.’’
Daxuyaniya HEZKURDê wiha ye:
Ev çend roj in li bajarên Tirkîyê êrîşên nîjadperest li dijî Kurdan pêk tên. Ev êrîşên hovane ji ber nasnameya Kurdbuyînê û ji ber axaftina Zimanê Kurdî pêk tên. Bi salan e, nasname û zimanê Kurdan ji hêla dewleta Tirk ve bi awayekî sîstematîk û fermî tê înkarkirin. Bi vê yekê jî nijada Tirk çi dema ku bi şêweyekî têkeve qeyranên navxweyî, kerba xwe bi hovane ji Kurdan derdixe. Siyaseta Tirkan jî heman rêbazê pêk tîne. Dijî vê yekê, Neteweya Kurd ji ber ku bê ser û ber e, li dijî van êrîşan herdem bê bersiv maye û dimîne. Herwiha bi şêweyekî derûnî xwe radest kiriye.
Em wek Hereketa Zimanê Kurdî, bang li hemî Neteweya Kurd dikin ku, divê êdî li dijî van êrîşên gelemperî sekneke giştî nîşan bidin. Hemî mafên xwe yên yasayî û demokratîk yên li qada navneteweyî bi kar bînin. Ev yek jî tenê bi pêşengiya mafnas û ronakbîrên Kurd û bi piştevanîya giştî pêkan e.
Bi vê yekê em weke Hereketa Zimanê Kurdî, bi komîsyona parêzerên HEZKURDÊ û bi hemî endamên xwe yên xwebexş, van êrîşên dirindane şermezar dikin û bi her awayî şopînerê van bûyeran in. Û banga me ji hemî saziyên sivîl yên Kurdan re ew e ku, li pişt Baroyên xwe bisekinin û bi pêşengiya hemî baroyên Kurdan yên rêzdar, li dijî van êrîşên tundrew bibin bersiv. Di dawiyê da soza vê yekê didin ku weke HEZKURD emê van êrîş û bûyerên hovane hetanî qada navneteweyî bibin û hesabê van êrîşan li dadgehên navneteweyî bipirsin. Herwiha em spasiya baroyên Kurdan û bi taybetî jî spasiya 15 baroyên ku li dijî van êrîşan bertek nîşan dane dikin û piştevanîya xwe ji bo wan tînin ziman. Bila bê zanîn ku Kurd hene, Zimanê Kurdî heye û dê her hebe.
Sersaxîyê ji bo Miletê Kurd, şîfayê ji bo birîndarên me dixwazin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin