Hikûmeta Iraqê welatên Ewropa, Amerîka û welatên cîran vedixwîne Civîna Ewlekariyê
PeyamaKurd - Hikumeta Iraqê dawiya meha Tebaxê bi beşdariya berpirsên welatên cîran civîneke ewlekariyê li dar dixe ku çav li rê ye welatên cîran û hin welatên Ewropî û Amerîka jî beşdar bibin.
Hat ragihandin ku ji bo Lutkeya Ewlekariyê vexendinnameyên taybet li ser navê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji welatan re hatine şandin.
Wezîrê Plankirinê yê Iraqê Xalid Beta Necim, hefteya borî vexwendinnameyek pêşkêşî mîrê Kuwêtê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah kiribû.
Li gorî çavkaniyên hikûmeta Iraqê di civîna ewlekariyê ya dawiya Tebaxê de, 6 welatên cîranên Iraqê beşdar bibin ku biryara şandên payebilind bikevin tevgerê û vexwendinnameyan radestî serokên welatên cîran û welatên herêmî yên wekî Siûdî, Kuwêt, Urdun, Îran, Misir, Îmarat û Qeterê bikin.
Herwiha çavkaniyê diyar kiriye ku dibe serokê Sûriyê Beşar El-Esed jî bê vexwendin û mijara Sûriyê jî yek ji nîqaşên civînê be.
Berî niha jî hatibû ragihandin ku wezîrê derve Fûad Husên vexwendina fermî ya Kazimî bo beşdarbûna lutkeyê pêşkeşî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin