Hikûmeta Kurdistanê 4 hezar dolar dide her malbateka sehîdên serê DAISê
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, hikûmeta Kurdistanê dê alîkariya malbatên şehîd û birîndarên şerê DAIŞê bike.
Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer ji medya Kurdistanê re got, li ser daxwaza me hikûmetê rizamendî nîşan daye ku 5 milyon dînar (nêzîkî 4 hezar dolar) bide her malbateka şehîdên şerê DAIŞê û milyonek dînar jî bide her birîndarekî şer.
Li gorî amarên ku Wezareta Pêşmerge belav kiriye, di şerê DAIŞê de hezar û 726 pêşmerge û karmendên ewlehiyê şehîd bûne, derdora 10 hezar pêşmerge û çekdar jî birîndar bûne

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin