Hikûmeta Kurdistanê gumrika fermî danî ser deriyekî sînorê Rojhilatê Kurdistanê
PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê gumrika fermî danî ser deriyekî sînorî yê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê.
Wezareta Darayî ya Kurdistanê ragihand, wan biryar daye deriyê sînorî yê Tîleko ku di navbera devera Germiyan ya Başûrê Kurdistanê û parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê de ye, bikin deriyekî fermî ji bo çalakiyên bazirganî.
Wezaretê da xuyakirin, ew deriyê han di warê îdarî û gumrikî de girêdayî rêveberiya gumrika Germiyanê dibe.
Deriyê sînorî yê Tîleko dikeve navbera nehiya Bawenûr ya bajarê Kelarê û bajarokê Serpêla Zehaw a li parêzgeha Kirmaşanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin