Hikûmeta Kurdistanê herî kêm mûçeyê 11 hezar kesan bi temamî qut kir
PeyamaKurd – Hikûmeta Kurdistanê heta niha herî kêm mûçeyê 11 hezar kesan, bi temamî qut kir.
Li gor Serokê Fermangeha Hemahengî û Dûvçûnê ya Hikûmeta Kurdistanê Ebdulhekîm Xesrew daye zanîn, di mijara çaksazî û reforman de, gavên baş hatine avêtin û ji 460 hezar karmend û polîsan re kodên taybet hatiye çêkirin bo wergirtina mûçe.
Ebdulhekîm Xesrew herwiha diyar kiriye, di çarçoveya nehiştina “bindîwar” û gendeliya mûçe de, jî 21 hezar mûçe hatiye sekinandin, ji wan mûçeyê ku hatiye sekinandin, 11 hezar bi temamî hatiye qutkirin.
Li Herêma Kurdistanê ji wan kesên ku kar nakin û mûçe werdigirin, re dibêjin “bindîwar”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin