Hikûmeta Kurdistanê: Hewldana ji bo qerebûkirina sehîd û birîndarên Helebce berdewam e
PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil bi minasebeta 33yemîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebcê peyamek belav kir û got: “Di salvegera vê rojê de rêzê li ruhê paqij ê şehîdên Helebcê digrim, em xwe berpirs dibînin di asta xizmet kirina hemwelatiyên xoşdewî yên wê parêzgehê de.”
Adil da zanîn, Hikûmeta Kurdistanê ligel hikûmeta Iraqê hewla berdewam dide ji bo qerebûkirina kesûkarên şehîd û birîndaran û pêçana birîna wê jenosoîda mezin a li ser gelê Kurd de hatiye.
Cotyar Adil di daxuyaniya xwe de diyar kir, “Îro 33 sal li ser kîmyabarana bajarê Helebce û şehîd kirina 5 hezar kesên bê tewan û birîndarbûna bi hezaran kesên din ji aliyê rejîma Beis a hilweşyayî re derbas dibe, ku mixabin heta naha şopa wan çekên qedexe li ser bajar û zarok û hemwelatiyan maye.”
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê got: “Bi boneya vê rojê em rêz ji bo ruhê paqij ê şehîdên Helebcê digrin. Em xwe berpirs dibînin di asta xizmet kirina hemwelatiyên xoşdewî yên wê parêzgehê û li gel hikûmeta Iraqê hewla berdewam de ne bo qerebû kirina kesûkarên şehîd û birîndaran û pêçana birîna wê jenosoîda mezin a li ser gelê me de hatiye. Em vê boneyê dê bikin hêvinê aştî, aramî û pêkvejiyana hemû netew û olên li Kurdistanê.”
Di berdewamê de jî Dr. Cotyar Adil da xuyakirin: “Bi keyfxweşî ve hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveya projeya wezaret û pêşxistina parêzgehan de razîbûn li ser bicîhanîna gelek projeyên giring û nû û dabîn kirina budceyekî taybet bo nûjen kirina dibistan û nexwaşxaneyên parêzgeha Helebce diyar kiriye, ku ew jî dibe sedem bo zêde kirina pêşxistin û xizmet kirina hemwelatiyên xoşdewî parêzgeha Helebcê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin