Hikûmeta Kurdistanê, pereyên cotkaran dide
PeyamaKurd- Ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Bazirganiya Herêma Kurdistana ve hat ragihandin ku pereyê ku ji bo cotkaran hatiye terxankirin, ji bo Kurdistanê hatiye şandin û ew ê pereyên cotkaran li wan belav bikin.
Li ser mijara navborî, ji aliyê Rêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganiya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ve agahî hat parvekirin ku zêdetirî 97 milyar dînar, ji bo Wezareta Bazirganî û Pîşesaziya ya Herêma Kurdistana hatiye şandin.
Newzad Şêx Kamil li ser heqdestê cotkaran da zanîn û got,
“50 milyar û 362 milyon dînar ji bo cotkarên Silêmaniyê, 30 milyar dînar ji bo cotkarên Hewlêrê û 17 milyar dînar jî ji bo cotkarên Duhokê hatiye terxankirin. Piştî ku dawî li rêkarên îdarî û darayî were, ew ê di demeke nêzîk de ev pere ji bo cotkaran were dabeşkirin. Dabeşkirina pereyan jî dê li gorî roja gihandina genimên sîloyan bê kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin