Hindistanê statuya otonomiya Eyaleta Kesmîrê betal kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Hindistanê ya bi seroktiya Narendra Modî biryara betalkirina otonomiya eyaleta Keşmîrê ku di serhildana serxwebûnê ya 1989an de, 70 hezar kesan can dabû, derxist û Dadgeha Bilind a Hindistanê jî ew biryar pesend kir.
Li gorî biryarê dawî li statuya nîv xweser a Cemmu û Keşmîrê tê anîn ku piranîya şêniyên wê Misilman in. Bilind a Hindistanê herwiha biryar da ku 30yê Îlona 2024an li Cemmu û Keşmîrê di asta eyaletên din de hilbijartin bên kirin.
Serokwezîrê Hindistanê Modî biryara Dadgeha Bilind weke “ronahiya hêviyekê” nirxand ku hikûmeta wî 5ê Tebaxê dawî li xweseriya Keşmîrê anî bû. Li aliyê din Destûra Bingehîn a Hindistanê Eyaleta Keşmîr û Cemmu xist bin ewlehiyê û statuya wê ya taybet bi biryara serokwezîr rakir.
Hêjayî gotinê ye, sala 1989an di encama serhildana bo serbixwebûnê de, 70.000 kesan li Keşmîrê jiyana xwe ji dest dabûn û guman heye, biryara betalkirina otonomiyê car din bibe sedema rûdana bûyeran û serhildanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin