Hollanda dorpêça alavên sanayiya bergiriyê ji ser Tirkiyê rakir
PeyamaKurd – Dewleta Hollandayê dorpêça alavên sanayiya bergiriyê ji ser Tirkiyê rakir û got ku dixwazin bi Tirkiyê re hevkariyê pêş bixin. Hollanda berê hinek dorpêçan yên alavên sanayiya bergiriyê danîbû ser Tirkiyê û niha îxracata wan ya ji bo Tirkiyê serbest kir.
Hukumeta Hollandayê ragihand ku dixwaze hevkariya bergiriyê ya Awrûpayê xwurt bike û lewra dorpêçan rakiriye. Sê wezaretên Hollandayê di mijarê de daxwuyaniyeka hevbeş dan: Wezareta karên derve, wezareta bergiriyê û wezareta kêşûhewayê ya Hollandayê.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ji bo hevkariya bergiriyê xwurt bikin, ji bo Hollanda bikeve nava wan projeyan û reqabetekî adilane çêbibe, biryarê dane. Geşbûna sektora bergiriyê ya Hollandayê û hêza xwenûhkirinê bêhtir li ser îxracata Hollandayê ye û %54 ê cîroyê ji îxracatê tê.
Niha, di mijara alavên sanayiya bergiriyê de, dorpêç li ser Tirkiyê, Îmarat û Saûdiye heye û yekser dorpêça ser her sê welatan rakir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin