Hood: Serok Barzanî û gelê Kurdistanê hevpeymanên girîng ên Amerîkayê ne

24 July 2021 12:35 0 dîtin
Hood: Serok Barzanî û gelê Kurdistanê hevpeymanên girîng ên Amerîkayê ne

PeyamaKurd – Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood bi peyamekê diyar kir, Serok Barzanî û gelê Kurdistanê di şerê dijî terorê de hevpeymanên girîng ên Amerîkayê ne.

Joey Hood li ser hesabê xwe yê Twitterê qala rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de û herwiha gera nû ya diyaloga stratejiyê ya navbera Amerîka û Iraqê kiriye, ku niha li Washingtonê birêve diçe.

Joey Hood daye zanîn, Serok Barzanî û gelê Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de hevbeşên girîng ên Amerîkayê ne.

Hood herwiha destnîşan kiriye, Amerîka pesnê rola Kurdistanê dide di wê diyaloga ku di  navbera Amerîka û Iraqê de birêve diçe. <

>