HSD: 'Di êrîsa Qamislo de 4 servanên me sehîd bûn'
PeyamaKurd – Piştî êrîşa bi balafireke bêmirov a biçek a Tirkiyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 şervanan wan di wê êrîşê de hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, “Di êrîşa bi balafira bê mirov a Tirk de li taxa Cirnik a Qamişlo 4 şervanên me yên Erka Xweparastinê şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn. Em ê di hemû şert û mercan de gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe biparêzin û tola şehîdên xwe ji dagirkeran hildin."
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Îro piştî nîvro di seet derdora 13:30 an de, li bajarê Qamişlo, li taxa Cirnik, dema ku komek şervanên Erka Xwe Parastin li ser erka xwe bûn, rastî êrîşa balafirek bêmirov a artêşa Tirk hatin. Di encama vê êrîşê de 4 şervanên me şehîd bûn, 3 şervan jî brîndar bûn. Nasnameyên şehîdên me piştre bi raya giştî re werin parve kirin.”
HSDê diyar kir ku Tirkiye bi van êrîşan hewl dide di nav gel de tirs û nerehetiyekê çêke û destnîşan kir, “Em wekî Hêzên Suriya Demokratîk car din dubare dikin ku berdelê vê çi dibe bila bibe, em ê di hemû şert û mercan de gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe biparêzin û tola şehîdên xwe ji dagirkeran hildin."
Li aliyê din li gorî çavkaniyên medya Rojava, ji îro serê sibehê veTirkiyê gundê Selmase li Til Temir topbaran kiriye û di encama topbarankirina gundê Selmase de kesekî can daye.
Herwiha hevdem artêşa Tirkiyê gundên Sêgirka û Til Zîwan ên dikevin rojhilatê bajarê Qamişlo jî îro dijwarî topbaran kirin û 7 welatî di wê êrîşê de birîndar bûne.
Dîsa di êrîşeke ser gundên Amûdê de jî welatiyke birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin