Li Qamislo li ber nexwesxaneyê êrîsa dronî

19 August 2024 16:53 0 dîtin
Li Qamislo li ber nexwesxaneyê êrîsa dronî

PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li nêzî Nexweşxaneya Dil û Çavan êrîşeke bi dronê hate kirin. Li gorî zanyariyên destpêkê kesek di êrîşê de hatiye kuştin ku nasnameya wî hîn diyar nebûye.

Hate ragihandin ku îro piştî nîvro li bajarê Qamişlo li ber Nexweşxaneya Dil û Çavan êrîşeke bombeyî li hate kirin ku hejmarek otomobîlên parkkirî zirar dîtin..

Di êrîşa ku li dor demjimêr 3 û nîvan hatiye encamdan de, tê gotin ku droneke xwekuj hatiye teqandin.

Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku kesek hatiye kuştin û birîndar jî hene. Hîn derbarê bûyerê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.