HSD ji bo ‘Herêma Ewle’ ji herêmeke sînorê Tirkiyê vekisiya

23 August 2019 16:03 0 dîtin
HSD ji bo ‘Herêma Ewle’ ji herêmeke sînorê Tirkiyê vekisiya

PeyamaKurd - Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) ji bo avakirina ‘Herêma Ewle’ ku Tirkiye û Amerîkayê li ser li hev kiriye, ji devera Grê Spî ya ser sînorê Tirkiyê vekişiya û hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî li şûna wan hat bicihkirin.

Rawangeha Suriyê bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku wekî amadekariya avakirina herêma ewle li bakurê rojhilatê Sûriyê, HSD karên çeperlêdan û tundkirina enîya şer li derdora bajarê Serê Kanîyê ragirtine û hêzên xwe ji devera Grê Spî ya ser sînorê Tirkiyê vekişandine bajarê Reqayê.

SOHRê eşkere kir ku hêzên Hevpeyamaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, li şûna HSDê li ser sînorê Tirkiyê bicih bûye.