HSD: Li kampa Holê DAISiyek hat girtin û gelek tunel hatin dîtin

28 January 2024 14:31 0 dîtin
HSD: Li kampa Holê DAISiyek hat girtin û gelek tunel hatin dîtin

PeyamaKurd - Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî li ser operasyona Qonaxa Sêyem a Kampa Holê de ku dest pê kiriye daxuyanî dan.

Berpirsê ragihandina HSDê got: "Pêngava sêyemîn a operasyonê heta bigihîje armanca xwe wê berdewam bike."

Şamî daye xuyakirin: "Roja yekemîn a operasyonê, gelek girîng bû. Di wê rojê de me çekdarekî ku cilên jinan li xwe kiribû, li beşa muhecîrat girt ku nabe mêr bikevin vê beşî. Herwiha me gelek tunel û mayîn dîtin."

Şamî destnîşan kir ku xetereya kampa Holê ji ya girtîgeha Sîna ne kêmtir e û weke bombeyeke di pêvajoya bê de biteqe ye.

Şamî diyar kiriye ku di çend mehên dawî de piştî kuştina berpirsê bi navê Ebû Ubeyd El Iraqî ku şaneyên DAIŞ`ê di nav kampê de bi rêxistin dikir, tevgera DAIŞê zêde bûye.

Li ser beşa kampê ya operasyon tê kirin Ferhad Şamî gotiye: "Beşa muhecîrat, taybet a jinên DAIŞî ye, ji wir fikrên DAIŞê û ideolojiya wê belav dikin. Em dikarin bêjin binesaziya tundrewî ya wan e ji ber ku hejmareke mezin a zarokên DAIŞê lê hene ku li ser fikirê DAIŞê mezin bûne."

Herwiha Şamî hişyarî daye ku nifşekî nû yê DAIŞê mezin dibe û got: "Rêbaza tevgera zarokan, êrişên wan ên bi keviran, çêkirina listîkên xwe ji şûr û amûrên şer, îsbat dike ku ew di pêşerojê de wê bibin xetereyeke mezin. Heke ev zihniyet tune nebû, em û cîhan dê rû bi rûyî nifşekî nû yê DAIŞê bin."