HSDê amarên ser û êrîsên dawî eskere kir: 78 kustî, 20 servan, 15 sivîl
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û yên Tirkiyê de li seranserî sînorê Rojavayê Kurdistanê didome.
HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, di şerê 13ê cotmehê de 78 çekdar û leşkerên tirk hatine kuştin û ji wan jî 20 şervan û 15 xelkê sivîl can dane, herwiha 58 şervan û 64 sivîl jî birîndar bûne.
Daxuyaniya HSDê wiha ye:
“GIRÊ SPÎ
* Artêşa tirk a dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê ji du aliyan ve êrîşên berfireh li dijî bajêr pêk anî. Bi hezaran şervan bersiva êrîşan didin. Bi balafirên şer û topan jî bi awayeke bêserûber bajar bombebaran û topbaran dikin. Ji duh ve gelek êrîş hatin şikandin.
* Di encama şerên dijwar, topbaran û bombebaranê û keşfê balafiran de ji saetên nîvro ve têkilî bi komeke şervanan re qut bû.
* Li eniya bajarokê Eyn Îsayê komên terorîst bi piştgiriya şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê re xwe gihandin nêzî kampa Eyn Îsa ku hejmareke mezin ji malbatên DAIŞ’ê têde ne. Di navbera wan û şervanên me de şer derket. Ji ber vê tevliheviyê jî komeke malbatên DAIŞ’iyan ji kampê reviyan.
SILÛK
* Duh piştî nîvro artêşa tirk bajarok topbaran û bombebaran kir. Piştre jî bi hezaran leşker û çeteyan êrîşî bajarokê kirin. Di hundirê bajarok de şer derket. Di navbera hêzên me û komên terorîst de li gundê Nis Telê jî şer derket. Dagirker neçar man ku paşve vegerin. Piştre ev herêm tenê hate topbaran û bombebarankirin.
* Li eniya gundê Sikeriyê di navbera hêzên me û terorîstan de şer derket. Li dijî wan du çalakî hatin lidarxistin. Di encama wan de li eniya Sikeriyê 10 çete hatin kuştin, 3 alavên leşkerî hatin teqandin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.
* Li eniya Girê Spî çeteyan ambulanseke ku birîndarên sivîl radikirin nexweşxaneyê girtin û xebatkarên wê revandin. Aqûbeta wan nayê zanîn.
DÊRIK
* Artêşa tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên keşfê gundê Xirab Reşkê, Birkê û Rîhanîkê kir hedef girt. Di êrîşê de 3 sivîlên gund şehîd bûn.
* Hêzên me jî li dijî jêderên topbaranê çalakî pêk anî. Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin kuştin. Tê gotin ku wesayîteke ku sîxurên MÎT’ê tê de bû hate teqandin.
AMÛDÊ
* Artêşa tirk a dagirker gundên Amûdê û Dirbêsiyê topbaran kirin. Hêzên me jî bersivan wan didin.
SERÊKANIYÊ
* Hêzên me li dijî terorîstên li taxa pîşesaziyê çalakiyên taybet pêk anîn û 8 terorîst hatin kuştin. Yên mayî jî reviyan û taxa pîşesaziyê jî bi temamî hate rizgarkirin. Artêşa tirk a dagirker hewl dide li dergeha sînor û gundê Til Helefê pêşde were. Li vir şer derket û dagirker paşve çûn.
* Duh di saetên êvarê de karwaneke sivîlên li dijî şer derbasî bajêr bûn da ku banga rawestandina şer bikin. Lê artêşa tirk bi balafiran bombebaran kirin. Di êrîşa hovane de 12 sivîl şehîd bûn û 64 jî bi giranî birîndar bûn.
KOBANÊ
* Gundên Kobanê ji aliyê baregehên artêşa tirk a dagirker ve li gundê Sift hatin topbarankirin. Hêzên me bersiv dan. Her wiha hêzên me bersiva gulebarana ku ji aliyê deriyê Mûrşîd Pînarê ve di aliyê Kobanê de dihat kirin, da. Di encama wê de 3 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin.
* Ji şevê din û heta van kêliyan di encama şerê li seranserî sînor de 20 şervanên me û 15 sivîl şehîd bûn. Her wiha 58 şervan û 64 sivîl jî birîndar bûn.
* Hêzên me tekez kirin ku 78 çete û leşkerên artêşa tirk hatin kuştin û 28 jî birîndar bûne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin