Hunermend û xettatê kurd Mihemed Sabir koça dawiyê kir

16 July 2019 14:02 0 dîtin
Hunermend û xettatê kurd Mihemed Sabir koça dawiyê kir

PeyamaKurd - Hunermendê navdarê kurd Mihemed Sabir Sabir di temenê 74 saliyê de ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Îro danê sibê hunermendê navdar Mihemed Sabir Sabir, ku herî dawî pileya doktoraya (xettatiyê) xoşnivîsiyê di Kongireya Navdarên Kurd de wergirtibû, vê sibehê li nexweşxaneya Koser ya Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê wefat kir.

Mihemed Sabir, di sala 1945 li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bibû. Şagirdê mamostayê navdar Mehdî Kemalî Kurdistanî bû. Wî hunermendê navdarê kurd sala 1982 li Sine bi alîkariya mamostayên mîna Şêxulîslamî û Mehrûfî, Komeleya Xonivîsên Kurdistanê ava kir, 11 salan serokatiyê wê komeleyê kir, li bajarên Sine û Ormiye mamostatiya hunera xoşnivîsiyê kir. Sabir di Kongreya Navdarên Kurd de li Sine, pileya doktoraya xoşnivîsiyê wergirtibû.