Îdia: Hikûmeta Îranê, ji Rusyayê S-400an dixwaze!

02 March 2023 15:33 0 dîtin
Îdia: Hikûmeta Îranê, ji Rusyayê S-400an dixwaze!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku di medyaya Amerîkî de hatin nivîsandin, rayedarên Îranê ji Rusyayê daxwaza pergala berevaniya asîmanî ya S-400 kiriye da ku li hember hegera êrîşeke Îsraîlê bê bikaranîn.

Di tora medyayî ya Amerîkî Bloombergê de ji bo pergala parastina asîmanî ya S-400î, peyva "sofîstîk" hat bikaranîn û hat destnîşankirin ku rêveberiya Tehranê ji êrîşa Îsraîlê ya li dijî bernameya nukleerê ya Îranê bi fikar e. Hat diyarkirin ku Îran ji ber vê sedemê ji Moskowê S-400an dixwaze.

Her wiha hat eşkerekirin ku rayedarên Amerîka û Îsraîlê ji Bloombergê re li ser mijarê axivîn û diyar kirin ku di hegera bidestxistina S-400an de Îran dikare biryara êrîşeke muhtemel leztir bike.

Di dewama nûçeyê de hat diyarkirin ku "Alîkariya berevaniyê ya Rusyayê ji Tehranê re dibe sedem ku Îsraîl planên xwe yên ji bo êrîşeke muhtemel a li ser bernameya nukleerî ya Îranê ji nû ve xêz bike.”