Îdiaya Xamineyî di çapemeniya Amerîkayê de bal kisand!
PeyamaKurd – Piştî mirina Serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye li paytexta Îranê Tehranê rageşî li herêmê zêde bû.
Di nûçeyên ku çapemeniya Amerîkayê li ser bingeha 3 rayedarên Îranê ku 2 ji wan Muhafizên Şoreşê jî di nav de ne, hat îdiakirin ku rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî fermana lêdana rasterast a Îsraîlê daye.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku biryara mijara gotinê di civîna awarte ya Lijneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî de hatiye dayîn.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Patel bal kişand ser daxuyaniyên tolhildanê yên Îran û Hîzbullahê yên piştî mirina lîdera siyasî ya Hamasê Heniyye û wiha got: "Em ji bo rê li ber mezinbûna pevçûneke berfireh a herêmî bigirin, banga nermiyê li hemû aliyan dikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin