Îmarat: Rêya astî û aramiyê bi azirandin û axaftina nefretê nayê çêkirin

02 September 2020 10:49 0 dîtin
Îmarat: Rêya astî û aramiyê bi azirandin û axaftina nefretê nayê çêkirin

PeyamaKurd - Rayedarê bilind yê Wezareta Derve yê Îmaratê Cemal El-Muşarak do roja Pêncşemê, peymana dawî ya bi Îsraîlê re parast.

Di preskonferansekê de Cemal El-Muşarak, bersiva pirseke li ser peymana di navbera Îmarat û Îsraîlê de got, rêya aştî û aramiyê bi azirandin û axaftina nefretê nayê çêkirin.

Herwiha Muşarak diyar kir, ew ji niha de nikarin di derbarê kiryarên Îsraîlê yên sibêrojê de bipeyîvin, lê di vê mijarê de ji hêla Amerîkayê û ji aliyê dîyaloga wan ya seqolî, garantî ji wan re hatiye dayîn.

Hêjayî bîrxistinê ye, piştî îmzekirina peymana aştîyê ya di 31ê Tebaxê de, firîna yekem a bazirganî ya di navbera Îsraîl û Îmaratê de pêk hatibû.

Ew peyman, di navbera welatekî Ereb û Îsraîlê de zêdetirî 20 salan e lihevkirina yekem bû ku di encama metirsiyên hevpar ên ji Îranê jî hatibû çêkirin, lê Fîlîstîn, Îran û hin dewletên din ên Misilman, ji ber wê rêketinê pir hers bûbûn.