Îmaratê, welatiyên xwe ji bo Lubnanê hisyar kir

06 August 2023 19:30 0 dîtin
Îmaratê, welatiyên xwe ji bo Lubnanê hisyar kir

PeyamaKurd- Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îmaratê WAMê, rayedarên Îmaratê ji welatiyên xwe xwest ku neçin Lubnanê.

Li gorî nûçeya ku hat ragihandin, Wezareta Karên Derve ya Îmaratê li ser rewşa Lubnanê hişyariyek da welatiyên xwe û da zanîn ku ji bo ewlekariya welatiyên Îmaratê girîng e ku biryara qedexeya çûnûhatinê ya li Lubnanê ya ku berê hatibû biryardan were cîbicîkirin.

Nehat zanîn ku qedexeya derketina derve kengî hatiye dayîn û sedema biryareke bi vî rengî jî nehat parvekirin.

Di 4ê Tebaxê de Erebîstana Siûdî bang li hemwelatiyên xwe kiribû ku di zûtirîn demê de ji axa Lubnanê derkevin û hişyarî da wan ku dûrî deverên şerê çekdarî bin.

Kuweyt û Almanyayê jî di 5ê Tebaxê de bang li welatiyên xwe yên li Lubnanê kir ku hişyar bin, xwe ji cihên ku pirsgirêkên ewlekarî û navçeyên nakokî hene dûr bigirin.

Di pevçûnên di navbera komên Filistînî ku Tevgera Fetih jî di nav de ye, ji 29ê Tîrmehê bi vir ve li kampa Eyn Helva ya herî mezin a penaberên Filistînî li Lubnanê, 12 kes hatibûn kuştin û zêdeyî 60 kes jî birîndar bûbûn.