Îngîltere 3 hemwelatiyên Bûlgaristanê bi sedema casûsiyê girt
PeyamaKurd – Derket ortê ku Îngîltere bi sedema ku ji Rûsyayê re casûsiyê kirine 3 hemwelatiyên Bûlgaristanê di meha Sibatê de girtiye. Her sê hemwelatî bi sedema lêpirsîna ewlehiya netewî re têkildar nasnameyên xwe yên sexte bi armanca xerab li ser xwe gerandine û bi casûsiya ji Rûsyayê re tên sûcdarkirin.
Di nav belgeyên ku bi wan re ketine dest de, pasaportên Îngîltere, Bulgaristan, Fransa, Îtalya, Îspanya, Hirvatistan, Slovenya, Yunanistan û Çekya hene, nasnameyên cuda û belgeyên din hene.
Kesên hatine girtin yên bi navên Orlin Roussev (45), Bizer Dzhambazov (41) û Katrin Ivanova (31) demek dirêje li Brîtanyayê dijîn û di karên cuda de xebitîne.
Her sê gumanbar wê di serê sala bê de bên darizandin û heya niha sûcên ku wan pê tewan dikin re îttîrazê nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin