Îran dest bi avêtina fuzeyan ya ser Îsraîlê kir

01 October 2024 20:53 0 dîtin
Îran dest bi avêtina fuzeyan ya ser Îsraîlê kir

PeyamaKurd – Piştî DYA ragihand ku wê Îran bi fuzeyan li Îsraîlê bixe, artêşa Îsraîlê ragihand ku Îran dest bi avêtina fuzeyan ya ser Îsraîlê kiriye. Li bajarên Tel Avivê û Qudsê sîrenên hewarê lê didin. Sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê xebitandin.

Çapeniya Îsrailê ragihand ku Îran ji sedî zêdetir fuze avêtiye Îsraîlê. Çapemenî her weha hişyariyê da Îsraîliyan û ji wan xwest ku di ciyên bi ewle de bimînin. Fuzeyên ku Îran avêtiye Îsraîlê, piraniya wan di seha hewayê ya Urdinê de xistine.

Serokê DYAyê Joe Biden jî got ku hêzên wan dikarin Îsraîlê û xebatkarên xwe yên DYAyê li herêmê biparêzin.

Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu jî derket ber ekranên televîzyonan û daxwuyanîyekî weha da:

“Em bi Îranê û grûbên hevkarê Îranê re di nav têkoşînê de ne. Di kuştina serpereştên Hîzbûllahê de em serkeftîne. Hîzbûllah xwest devera Celîle bixe destê xwe lê me ber li wan girt.

Bi serkeftinên mezin re zahmetî jî hene. Ji we du tişt dixwazim; yek jê li pey fermanên cepha hundir bimeşin ji ber jiyanê rizgar dike. Ya duyem yek bin, em ê bi hevre di ber xwe bidin, bi hevre şer bikin û em ê bi hevre qezenc bikin.”

Balyozê DYAyê yê li Îsraîlê, piştî van xeberan daxuyaniya hişyariyê ji bo xebatkar û malbatên wan da. Balyozxane xwest ku li ciyên xwe bimînin an li ciyekî nêzî xwe yê bi ewle bimînin.

Di medya Îsraîlê û Ereb de li ser jimara fuzeyên Îranê avêtiye Îsraîlê jimareyên cuda tên gotin.