Îran: Îdiayên ku balafir li dijî Ukraynayê tên bikaranîn, bêbingeh in

27 February 2023 16:30 0 dîtin
Îran: Îdiayên ku balafir li dijî Ukraynayê tên bikaranîn, bêbingeh in

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, di derbarê îdiayên ku balafirên bê mirov ên Îranê li Ukraynayê tên bikaranîn axivî û diyar kir ku ev îdia bêbingeh in.

Huseyîn Emîr Abdullahiyan, li ser van îdiayên navborî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyên nû da û wiha got:

"Îdîayên ku dibêjin li Ukraynayê balafirên bêmirov ên Îranê tên bikaranîn, bêbingeh in. Di navbera şandên siyasî û leşkerî yên Îran û Ukraynayê de dê gera duyemîn a hevdîtinan pêk were, lê hin welatên rojavayî tenê bêyî ku tu delîlan nîşan bidin, îdiayan dikin. Divê Rojava dest ji vê lîstika bê encam berde. Îran welatekî ku piştgiriyê dide aştiyê ye, piştgiriya şer nake.”

Wezîrê Parastinê yê Îranê Serfermandar Muhammed Riza Aştiyanî li ser heman mijarê got, "Aliyê Ukraynayê, di civîna teknîkî de derbarê bikaranîna balafirên bêmirov ên Îranê ku ji aliyê Rusyayê ve di şerê li dijî Ukraynayê de bi kar hanîne, tu belge pêşkêş nekir. Ji bo bikaranîna balafirên Îranê, bi Rusyayê re tu hevkarî çênebû.”