Îranê bi navê Hewlêrê gef li Îsraîlê xwar!

04 April 2022 15:53 0 dîtin
Îranê bi navê Hewlêrê gef li Îsraîlê xwar!

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, di civîna heftane ya rojnamevanî de li ser pirseke rojnamevanan bi bilêvkirina navê Hewlêrê gef li Îsraîlê xwar.

Xetîbzade bersiv da pirsa; “Balyozê Manama yê Îsraîlê ragihandiye ku wê Îsraîl di demeke nêzîk de ateşeyekî bo Fîloya 5an a Hêza Deryavaniya Amerîka ya li Behreynê tayîn bike. Gelo li hember vê wê helwesta Îranê çi be?”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got: “Rejîma dagirker a Qûdsê ji destpêkê ve ji nearamiyê her tiştî dike. Dema vê dike jî di nav komployan, xirabiyan û hevkariya aliyên din de ye. Li hember rejîma siyonîst her dem helwesta me eşkere bûye. Ez ê bi yek gotinê bersivê bidim: Erbîl (Hewlêr)!”