Îranê gotûbêjên ligel Erebistana Siûdî rawestand
PeyamaKurd – Hat ragihandin gotûbêjên asayîkirina pêwendiyan ên di navbera Îranê û Erebistana Siûdî de hatin rawestandin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên beriya niha ragihandibû ku gera pêncem a gotûbêjên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de roja Çarşemê 25ê Sibatê li Bexdayê birêve diçin.
Lê belê hatiye diyarkirin ku aliyê Îranê bi yekalî û bi awayekî demkî gotûbêjên ligel Erebistanê rawestandin.
Wezêrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil El-Cubeyr ragihandibû ku wê gera pêncem a gotûbêjan digel Îranê birêve biçe.
Li gorî zanyariyan heta niha Îranê demeke diyarîkirî ji bo gotûbêjan digel Erebistanê diyar nekiriye, lê beşek ji nûçeyên nefermî behsa vê yekê dikin ku roja Çarşemê 25ê Reşemê ji bo lidarxistina gera pêncem a gotûbêjan hatiye diyarkirin ku niha ew jî hat betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin