Îranê ji bo tolhildanê fuzeyên ‘Qasim Suleymanî’ û ‘Ebû Mehdî Muhendis’ çêkirin
PeyamaKurd –Îranê du moşekên nû yên balîstîk bi navên; "Qasim Suleymanî" û "Ebû Mehdî Muhendîs" ku li Bexdayê ji aliyê Amerîka ve hatibûn kuştin, pêşan dan.
Ajansa Nûçeyan Tesnîm a girêdayî Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku ew herdu moşek ligel hinek berhemên din ên çek û teqemeniyên Supaya Pasdaran berhem anîne, sibe bi boneya roja 21ê Tebaxê ku roja pîşesaziya bergiriyê ya Îranê ye, dê werin pêşandan.
Li gorî nûçeyê di merasîma numaşiya wan fuzeyan de, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî beşdariyê dike.
Piştî vekişîna Amerîkayê ji Peymana Atomî ya ligel Îranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump dorpêçên aborî bi ser Îranê de sepandibûn ku niha jî Trump gefa zêdetir dorpêçan li Îranê dixwe.
Li aliyê din hinek ji endamên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ku mafê wan ê vetokirinê heye, dibêjin; Amerîka piştî ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê vekişiyaye mafê wan ê dirêjkirina dorpêçan nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin