Îranê li ser Îsraîlê daxuyanî da: Di dema guncav de em ê bersivê bidin

03 April 2023 11:30 0 dîtin
Îranê li ser Îsraîlê daxuyanî da: Di dema guncav de em ê bersivê bidin

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî li ser kuştina 2 leşkerên Artêşa Pasdarên Şoreşê yên Îranê di êrîşa Îsraîlê ya ser Şamê de got, welatê wî "mafê xwe yê ku di dem û cihê guncav de bersivê bide diparêze."

Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Wezareta Karên Derva ya Îranê hat weşandin, Berdevkê Wezaretê Nasir Kenanî derbarê leşkerên Îranê yên di êrîşa ku şeva 31ê Adarê ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin de jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî da.

Kenanî da zanîn, “Îran mafê bersivdana terorîzma dewletî ya rejîma sexte ya Îsraîlî di dem û cihê guncav de û herwiha şopandina siyasî û yasayî ya van êrîşan û kiryarên kuştinê diparêze."