Kabîneya ser a Îsraîlê: Îran wê di dema guncav de berdêlê bide
PeyamaKurd - Endamê Kabîneya Şer a Îsraîlê Benny Gantz derbarê hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê de got: "Em ê di dem û bi awayekî guncaw de berdêla hêrişê bi Îranê bidin kêşandin."
Gantz di axavtina xwe de diyar kir ku divê Îsraîl piştî hêrişa duh hevbendiya xwe ya stratejîk û hevkariya herêmî xurt bike û wiha dom kir:
"Îran pirsgirêkeke herêmî û cîhanî ye û di heman demê de ji bo Îsraîlê metirsî ye. Duh dinya bi awayekî eşkere li hember vê metirsiyê li kêleka Îsraîlê bû. Îsraîl li dijî Îranê ye, cîhan li dijî Îranê ye, encam ev e."
"Îsraîl duh hêza xwe ya leşkerî û teknolojîk îspat kir"
Gantz anî ziman ku xeteriya Îranê hîn bi dawî nebûye û wiha got: "Ev bûyer hîn bi dawî nebûye. Hevpeymaniya stratejîk û pergala hevkariya herêmî ya ku me ava kiriye û di ceribandineke gring de derbas bûye divê niha bê xurtkirin. Îsraîl duh dûpat kir ku ew bi hêza xwe ya leşkerî û teknolojîk li Rojhilata Navîn lengereke ewlehiyê ye."
Gantz anî ziman ku ew ê hesabê Îranê bipirsin û got, "Dema ku em bi gefên Îranê re rû bi rû bimînin, em ê hevpeymaniyeke herêmî ava bikin û bi awayekî ku li gorî me bedelê ji Îranê werbigirin. Ya herî gring em ê li dijî daxwaza ziyandar a dijminên xwe bibin yek û bi hêztir bibin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin