IRAQ | Sedir spasiya biryara Dadgeha Federalî kir: Deriyê me ji her kesî re vekirî ye!

25 January 2022 22:02 0 dîtin
IRAQ | Sedir spasiya biryara Dadgeha Federalî kir: Deriyê me ji her kesî re vekirî ye!

PeyamaKurd – Piştî ku îro Sêşemê Dadgeha Federalî ya Iraqê gilî û doza li ser betalkirina rûniştina hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê biryara xwe ya dawî da û ew gilî red kir, Serokê Tevgera Sedir jî daxuyanî da.

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser biryara dadgeha federalî ya pesendkirina biryarên  rûniştina 9ê Çileyê 2022yan spasiya xwe kir û wekî kutleya mezin a parlamentoyê li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê got, "Ne rojavayî, ne rojhilatî; em ber bi avakirina hikûmeteke niştimanî ya piranî ve diçin. Deriyê me ji bo hemû kesên nerînên me yên baş hene re vekirî ye.”

Sedir bal kişand hin grûbên şîe yên biryara boykotê dane û got, her çiqas biryara  boykota siyasî stadine jî ew dê wekî birayên me bimînin û diyar kir, “Ji tundiyê û binpêkirina qanûnan re na!”