Iraqê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî li Çiyayê Qereçoxê 10 DAISî kust
PeyamaKurd - Balafirên leşkerî yên Iraqê û yên Hevpeymaniya Navdewletî li Çiyayê Qereçoxê operasyonek pêk anîn û di operasyonê de 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Iraqê Emîd Yehya Resûl ragihand, “Yekîneyên Dije-Teror ên Iraqê bi piştgiriya balafirên leşkerî yên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî, operasyoneke leşkerî li Çiyayê Qereçoxê yê li Mexmûrê pêk anîn û 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
Herwiha Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Iraqê di daxuyaniya xwe de li ser Twitterê eşkere kir, di encama operasyonê de, li Çiyayê Qereçox neh şikeft û depoya xwarin û dermanan a DAIŞê hatin jinavbirin.
Bi daxuyaniyekê Dezgeha Dije-Terorê ya Iraqê jî li ser heman mijarê eşkere dike; di van sê mehên dawî de êrîşên li ser çekdarên DAIŞê zêde kirine û dibêje: “Bi temamî jinavbirina wan di demeke nêz de ye û tu rêyeke din tune ye.”
Piştî ku bidawîbûna DAIŞê li Iraqê bi fermî hat ragihandin, beşeke çekdarên DAIŞê li nav şikeftên Çiyayê Qereçoxê xwe veşartin, ku par li gor zanyariyên hêzên Pêşmerge, hejmara wan nêzîkî 300 çekdar bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin