Iraqê Tirkiye bi tundî sermezar kir: Hemû hêzên xwe derxin…
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê li ser êrîşên Tirkiyê yên nav xaka Iraq û Herêma Kurdistanê cara duyem bang li Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz bang kir. Iraqê êrîşên Tirkiyê bi fermî protesto kir û xwest hêzên xwe ji ser xaka Iraqê vekişîne.
Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro careke din Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bo wezaretê hatiye bangkirin û nerazîbûneke gelek tund a Iraqê ji bo kiryarên provokatîv ên Tirkiyê hatiye nîşandan.
Iraqê êrîşên Tirkiyê yên roja 17ê Hezîranê wekî binpêkirina serweriya xwe nirxand û bi tundî şermezar kir. Herwiha hat gotin, “Em bi tundî wan binpêkirinan red dikin ku dijî prensîb û yasayên navdewletî ne.”
Wezareta Derve ya Iraqê daxwaza rawestandina topbaran û bombebaranan ji Tirkiyê kir û herwiha xwest, hêzên xwe yên doh derbasî nav sînorê Iraqê kirine û yên li baregeha serbazî ya Başîkê û cihên din vekişîne.
Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Bi sedema Pêvajoya Aştiyê ya sala 2013an a navbera hikûmeta Tirkiyê û PKKê, gelek endamên wê partiyê bêyî şêwr û razîbûna hikûmeta Iraqê, li nav axa Iraqê bicih bûn, ku wê demê Bexdayê ev mijar biriye Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.”
Wezareta Derve ya Iraqê got: “Mafê Iraqê heye yasayan ji bo bikaranîna her cure tedbîrên parastina serwerî û ewlehiya xelkê xwe bike û ji wan jî ji Konseya Ewlekariya Navdewletî û saziyên herêmî û navdewletî jî daxwaz dike bi erkên xwe rabin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin