Îro 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye: Cejna kurdî bi çalakiyan tê pîrozkirin

15 May 2019 09:34 0 dîtin
Îro 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye: Cejna kurdî bi çalakiyan tê pîrozkirin

PeyamaKurd - Celadet Alî Bedirxan di 15ê gulanê de yekemîn hejmara Kovara Hawar çap kir û weşand û ji ber wê jî 15ê gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî hatiye binavkirin.


JI 2006AN Û VIR VE CEJNA KURDÎ TÊ PÎROZ KIRIN

Îro 15ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî ye. 87 sal berî niha di 15ê gulana sala 1932an de Celadet Alî Bedirxan yekemîn kovara kurdî bi navê Hawar çap kir. Ji ber çapkirina yekemîn kovara bi zimanê kurdî, ji sala 2006an ve ji aliyê kurdan ve wek Cejna Zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin û bi bername û çalakiyên taybet pêşwazî li vê rojê tê kirin.

Hawar, kovarareke bi kurdî ye û cara pêşî bi kurdî kovarek hatiye weşandin. Kovarê heta sala1943yan weşana xwe domandiye û bi tevahî 57 hejmara çap bûye. 23 hejmarên ewil hem bi alfabeya latînî û hem bi ya erebî hatine weşandin lê ji hejmara 24an û pê ve tenê bi tîpên latînî weşana xwe domandiye.

Di Hawarê de ji xeynî kurmancî nivîsên bi zaravayên zazakî û soranî jî hatine weşandin.


Hinek nivîskar û helbestkarên ku di Hawarê de nivîsandine ev in:

Celdet Alî Bedirxan, Rewşan Bedirxan, Dr. Kamuran Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Qedrî Cemal Paşa, Nuredîn Zaza, , Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Segman û Reşîdê Kurd.


LI AMED, WAN Û STENBOLÊ ÇALAKIYÊN ZIMÊN…

Li Amedê, Şaxa 2yan a Egitim-Senê bi şahiyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.

Li Wanê navenda pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî Disa-Der e.

Herweha bi helkefta Cejna Zimanê Kurdî, li Stenbolê li Weqfa Îsmaîl Beşikci, Enstîtûya Kurdî, Kayy-Der û Zankoya Bogaziçiyê jî çalakiyên cur bi cur çalakî têne lidarxistin.


Em wekî malbata PeyamaKurd 15ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz dikin.