Îro li ser fermana Muqteda Sedir nimêja milyonî ya alîgirên Sedir li Bexdayê birêve biçe
PeyamaKurd – Îro li ser fermana Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, wê nimêja milyonî ya alîgirên Sedir li Bexdayê birêve biçe.
Li gor Serkirdeyê Tevgera Sedir Hakim Zamilî diyar kir, hemû xelkê Iraqê, bi ciwan, pîr, jin, mêr û hemû pêkhateyên mezhebî û netewî, bi dil û can beşdarî nimêja milyonî dibin.
Herwiha malpera Middle East Eye ya Brîtanî ajendaya nimêja îro ya alîgirên Tevgera Sedir a li Iraqê eşkere kir û hişyarî da, dibe ku ev çalakiya Sedir û alîgirên wî, bibe sedema rûdana aloziyeke mezin a bêçareserî.
Malperê di raporta xwe de destnîşan kir, ev nimêja milyonî ku xelk tê vexwendin, dibe ku bibe sedema hilweşandina parlamentoyê, yan jî rûbirûbûna ligel hêzên ewlehiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin