ISÎDê, car din li Reqayê êrîsî hêzên HSDê kir!
PeyamaKurd- Ji aliyê çavkaniyekî ewlehiyê ve ji medyaya nêzîkî Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) re hat ragihandin ku terorîstên IŞÎDê, îro li bajarokê Cidêdatê yê ser bi Reqayê ve êrîşî maşîneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser (Asayişa Rojava) kiriye.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku grûpek ji çekdarên IŞÎDê, îro li bajarokê Cidêdat ê Reqayê ku 45 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Reqayê ye, êrîşî maşîneke Asayişa Rêveberiya Xweser kiriye û hat diyarkirin ku dema maşîna hêzên wan li bajarokê Cidêdat ê li rojhilatê Reqayê, di ber Goristana Şehîdan re derbas dibû, ji aliyê endamên şaneyeke IŞÎDê ve bûye armanc.
Di agahiyên destpêkê de hat ragihandin ku ji ber vê êrîşê 2 endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser birîndar bûne û ew birîndar ji bo dermankirinê veguhestine nexweşxaneyê.
Her wiha ji aliyê Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Elî Heco ve hat ragihandin ku piştî êrîşa IŞÎDê ya li dijî navenda hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a li taxa Diriyê, Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê qedexeya derketina derve ya giştî ragihandiye û li bajêr operasyoneke berfireh daye destpêkirin û ev operasyon hîn jî berdewam dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin ragihandin, ev êrîşa duyemîn e ku terorên IŞÎDê, li dijî hêzên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser a li sînorê Reqayê ye ku di êrîşa pêşîn a di 26ê Kanûna 2022an de hatibû kirin de ji hêzên Asayişê 3 kes û ji şervanên HSDê jî 3 kes hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin