ISÎDê, êrîsî Dêrezorê kir: 9 kustî hene!

10 September 2023 21:31 0 dîtin
ISÎDê, êrîsî Dêrezorê kir: 9 kustî hene!

PeyamaKurd- Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ragihand ku terorên IŞÎDê li deşta Dêrezorê êrîş biriye ser komên Hêzên Parastina Niştimanî û Lîwaya Qudsê yên girêdayî hikûmeta Suriyeyê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê SOHRê de hat dayîn de hat diyarkirin ku li Dêrezorê di navbera komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Suriyeyê û IŞÎDê de şer derket û hat ragihandin ku di vî şerê navborî de 9 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên SOHRê, di encama şer de ji herdu aliyan 6 kes hatine kuştin û hat diyarkirin ku 3 şivan di vî şerê de bûne qurbanî û 5 şivan jî ji aliyê terorên IŞÎDê ve hatine revandin.