Îsraîlê 54 girtiyên Filîstînê serbest berda

01 July 2024 18:02 0 dîtin
Îsraîlê 54 girtiyên Filîstînê serbest berda

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Berpirsê Giştî yê Nexweşxaneya Şîfa ya Xezeyê Dr. Muhammad Ebû Salamiya jî di nav de 54 Filîstîniyên hatibûn dîlkirin ji aliyê Îsraîlê ve hatin berdan.

Li gorî çavkaniyên filîstînî Berpirsê Giştî yê Nexweşxaneya Şîfa ya Xezeyê Dr. Muhammad Ebû Salamiya jî di nav de 54 Filîstîniyên dema êrîşên ser Xezeyê hatibûn girtin, ji aliyê Îsraîlê ve hatin radestkirin.

Hate ragihandin ku Îsraîlê ew 54 dîl li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê li têketina Kissufimê serbest berdane. Hin ji wan bo nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnisê hinek jî bo bo nexweşxaneyeke Deir el Balahê hatin veguhestin.

Li gorî çavkaniyên Filîstînê kesên hatine berdan rastî îşkenceyên tund hatine.