Îsraîlê li Xezayê li dibistana ku koçber tê de diman xist û 15 kes mirin

26 September 2024 20:32 0 dîtin
Îsraîlê li Xezayê li dibistana ku koçber tê de diman xist û 15 kes mirin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li Xezayê li devera Cibaliyê koçberên Fîlîstînê ku xwe di dibistanekî de dihewiyan xist û di encamê de 15 kes ji wan mirin û gelek kes birîndar bûn. Îsraîlê ragihand ku Hamas dibistanê wekî ‘navenda fermandariyê’ bikartîne.

Koçberên Fîlîstînê yên hatin kuştin di dibistana bi navê Hafsa El Falouja ya li devera Cibaliyê de diman.