Îsraîl: Payebilindê Cîhada Îslamî Ebû Fenûna hate kustin

19 January 2024 14:55 0 dîtin
Îsraîl: Payebilindê Cîhada Îslamî Ebû Fenûna hate kustin

PeyamaKurd - Hêzen Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku di êrîşa hêzên asmanî yên Îsraîlê yên li Xezzeyê de Cîgirê Serokê Yekîneya Propagandayê ya Cîhada Îslamî Waîl Ebû Fenûna hatiye kuştin. IDFê, agahiya kuştina Ebû Fenûne bi vîdeoya êrîşeke asmanî ya li dijî avahiyekê parve kir.

Ajansa Ewlehiyê ya Îsraîlê Shin Bet'ê jî ragihandina IDFê piştrast kir û da zanîn ku Waîl Ebû Fanûna berpirsê weşandina vîdyoyên "rêxistina terorîst" (Cîhada Îslamî) bûye û kesê ku vîdeoyên propagandayê yên wek mûşekên ku avêtine Îsraîlê û yên dîlên ku di destê Hemasê de ne amade kiriye.

Shin Bet'ê her wiha da zanîn ku Ebû Fenûna, beriya şerê Xezzeyê yê di 7ê Cotmeha sala çûyî de destpê kir, di rêveberiya Cîhada Îslamî de xwedî peywirên cuda yên payebilind ên wek Cîgirê Fermandarê hêzên bakurê Xezzeyê yê Cîhada Îslamî Xelîl Bahtinî bûye.